2. bi westaneke hesinî ew ê têkeve malê ku nigên meriv avêtina gavan -her carê- dihesiband, difikiriya û hatina malê dibû mu'cîzeyeke derasayî. kincên xwe yên derve derdixe. nuha xwe sivik dihise. nigên xwe yekoyeko radide qula bêjemên xwe. bextewarî. difikire ku, hek ez dest û ruyê xwe bişom, ez ê bibim merivekî kêfxweş. tişortê xwe digre. bi qeweta xwe ya dawî piyên xwe radide piyên tîşortê û piştî xirqe li xwe dike. bi çavên betilî li ber mirêkê disekine, lêvên wî li ser kenê bû. li mirêkê xwe dibîne. xweda. miradê wî di ber de dimîne. |
|
10.04.2017 14:18 ~14:20 |
biruya hayao miyazaki
|