Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amikumu] de;

1. nizanim bi kîjan sepanan re bidim şibandin lê ev sepan ji bo esperantîstên çar aliyê dinyayê hevdu nasbikin û têkevin têkiliyê hatiye çêkirin. hîn nû ye û bikarhênerên wê kêm in. gelek sade û hêsan e. bê lokasyon venabe ku esperantîstên nêzîkê we rê we dide heta çiqas km di navbera we de heye dinivîsîne. navrûya sepan di gelek zimanan de xizmetê dide wekî kurdî. wergerên sepanê ya kurdî ne xirab e lê tarîxa têketina dawî bi tirkî ye. :/

meriv dikare zimanên ku dizane lîste bike û wekî mînak bi esperantîstên ku kurdî dizanin bibîne. nuha pênç kurdî-axêv an jî kesên ku kurdî jî fêr dibe tê dîtin. mîsal mikoyê new yorkî di destpêka fêrbûna kurdî ye.

ji ber ku nû ye, vebijark hinekî kêm e lê tiştekî gelek xweş e. ma gelo, simurg nikare tiştekî wisa bo kurdî.... temam temam ma simurg ew ê xwe çend perçe bike, ne wisa. de rûnin û bitirşikînin. *

(bnr: esperanto)



20.12.2017 15:26 | biruya hayao miyazaki