Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kitêba arîfmetîkaê] de;

1. xuya ye yekem kitêba matematîkê ya bi kurdî ye. ji aliyê yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst ve bo mektebê orte bona dersxanê 5 û 6a hatiye amadekirin. ne bi kirilî ye, latînî ye, lê ji ya îro cihêtir e.
pdf-ya wê: Here lînkê
yekser ji Here lînkê *

Malpera Zimannas vê kitêba 84-salî dixe xizmeta xwandevanên kurdî.
Ev kitêbeke arîtmetîkê ye ku beşeke matematîkê ye.
Kitêb bi kurmancî ye û 200-rûpelî ye.
Ew sala 1936 ji aliyê çapxaneya hikûmeta Ermenistanê ve wek kitêba dersê bo xwandingeha navîn hatiye amadekirin.
Diyar e ku kitêb ji rûsî hatiye wergerandin. Di nav amadekarên kitêbê de Casimê Celîl jî hebûye.
Di kitêbê de li cihê peyva ”arîtmetîk” peyv wek ”arîfmêtîka” anku ne bi T lê bi F hatiye bikaranîn. Ev ji ber hindê ye ku peyv di rûsî de арифметика (arîfmêtîka) ye anku bi F ye.
Kitêb bi alfabeya latînî ya wê demê li Ermenistanê hatiye nivîsîn.
Xwandina kitêbê hêsan e eger xwandevan hay jê hebe ku hinek herfên wê alfabeyê (bi taybetî vokal) ji alfabeya niha cuda bûn:


not: min şaş nivîsiye. divê bibaya: kitêba arîfmetîkaê.



22.02.2020 17:36 ~17:44 | biruya hayao miyazaki