Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cirrus] de;

1. bi saya sefera nostaljiyê ya li itusozlukê, min muzîka fonê ya salên xwe yên depresyonê vedît, o xwedêyo, çawa hêcaneke min girt. hemû stranên wê can û ruh in.

cirrus - misinventions bi dengekê pirbilind guhdarî bikin, ji kerema xwe bila berguhk be. piştî guhdariya sisiya yan jî çara dê hilma we hêdî be, wê hêdîka reş bikeve ber çavên we û ser tiliyên we bigevizin. canê we biheje. hûn ê xwe li ser doşeka xwe bigundirin. bi dengê stranbêjê re mewdeya hilmê kintir be. wê têrbûneke ecêb, bêpênase li tamarên we biherike, û li dora qirika we wê we himêz bike û bi hilma we re bireqise, hêdî û bi nêtxweşî. wekî ku ew têlên instrumanan her bi yek ji pişta we himêz dikin, wê germahiya canê we bilind be.

lehenga sereke. hilm e.
ji bîr nekin: bi dengê bilind nebe hûn nikarin gundê veşartî yê şînokan bibînin.

noşîcan be.




ji bo alternatif jkx serî lê din: ila el jena an jî so well.

mikurhatina serbest:
(bnr: peçete)



15.04.2020 01:29 ~01:44 | biruya hayao miyazaki