Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîh] de;

3. qusandina mîhan li derûdora deştê (mêrdîn û hawirdora wê) û botanê mehên nîsan û gulanê; li serhedê jî di mehên hezîran û temûzê tê çêkirin. ne wiha be, serrast bikin.

ez ê bi vê agahiyê çi bikim nizanim.*



30.03.2022 20:32 | biruya hayao miyazaki

2. ji dayika min. me pevre li dokumenterekê cotkarên îngilizî dineriya û mîhên pir xweş ketin dîmenderê û xanimê, quranka xwe ya mezin da alî û bi bêriyiyekê delal vegeriya min û van peyvan ji min re got.
mîha kurr: ya ku guhkê wê biçûk e.
mîha kel: ya biqiloç
mîha kew: dirba ser çavên wan dikeve ser perika çiwikên kewan.



13.12.2021 21:27 ~21:28 | biruya hayao miyazaki