Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsa spoilerê di danasîna fîlman de] de;

1. di esasê de heman tirs di danasîna pirtûkan de jî tê dîtin û hîskirin lê ji ber ku nifşa me ji pirtûkan zêdetir li ser fîlman dimirin û peyva spoiler jî di jargona sînemayê de ye, min sernav wiha nivîsand. (bnr: zerdeşt wiha ferman kir) *

ev peyam bû sebeba vê sernavê:
i'm thinking of ending things/128132

û îzahata wê ya ewil a ku derveyî spoiler e, wiha ye: hemu gotin dibe spoiler ji bo wî fîlmê. ji ber wê ezê her tiştê nava taga spoiler binivîsim. û ev îzahat tevgera min a hemberî danasîna fîlman çi xweş kurte dike. kengî bixwazim qala fîlmekî bikim geh di sohbetê de geh di nivîsê de tirseke dikeve dilê min û ez dibêjim ya gotinên min spoiler bin bo vê fîlmê û di wê kêliyê de disekinim. car caran heke min pir xwestibe qala wê fîlmê bikim, ji bo ku nekevim şikê, radibim danasîna wê fîlmê digerim li ser înternetê û lê dinêrim gelo di cihên din de çarçoveya mijarê çawa hatiye sînorkirin û wiha tevdidim. ev tirs hurmet e li hemberî kesên ku hîn wê fîlmê temaşe nekirine. ji ber ku dema game of thronesê ez pir bi xelkê re pevçinîbûm. mîsaleke din: min nelet li ser nivîsakarê pêşgotina kuyucakli yusufê (yky) barandibû ku di nivîsa xwe de dawiya dawî çi tê serê yusuf bi eşkere gotibû. yanî "ya ku hûn naxwazin bi serê we were kirin li kesekî din nekin" (konfuçyusê çavkişandî)



11.11.2020 01:41 ~01:44 | biruya hayao miyazaki