Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pixelfed] de;

2. alternatîfek bo instagramê ye. mîna mastodonê çavkaniya azad e, bênavend û federatîf e. bikarhêner nayên profîlkirin. şopgerên aliyên 3em tune ye. Daneyên bikarhêner ji şîrketan re nayê firotin. him wêne û him jî vîdyo tên parvekirin. peyamên rasterast heye. niha rajekara sereke û destpêkker pixelfed.social e. Here lînkê û navrûya wê gelek dişibe instagramê. 64 hezar zêdetir bikarhênerên wê hene ku ev bi rastî bo platformekê alternatîfa instagramê gelek zêde ye bi min. zimanê sereke ya vê yekmînakê îngilîzî ye. lê hin zimanên din jî xwedî yekmînakên xwe ne. bi tevahî 453 rajekar hene û di wan de 112 hezar bikarhêner hene. helbet di nav zimanan de kurdî tune ye. heta niha min neceribandiye. jbk ev çend sal in, êdî platforma instagramê ji xwe bala min nakişîne. ne mirovekî wênegir an jî vîdyogir im. lê dîsa jî ceribandinê heq dike.



17.11.2022 20:09 ~20:16 | biruya hayao miyazaki