Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kazı kazan] de;

1. lîstikekê şansê ye. heke tiştek derkeve di wê keliyê de didin mirovan. wê rojê bi zorê hevalê min me lîst bi deh kaxidê. mêrik sê car lîst, tu tişt jê re derneket. min carek lîst, sê sed kaxid derket. ecêb e.

di dema zanîngehê de rojek di bêrîka min de deh kaxid tenê hebû. pênç şeşê wê min da akbîlê. îja yên mayî têrî xwarina min a nîvro nedikir ku heta êvarî jî ders hebû. ez daketim kadikoyê û li rihtimê mêrikekî bilêtfiroş diqêriya loto û kazi kazan nizam çi. heta wê demê jî min tu carî nelîstibû. rabûm wê gavê min bi lîrayekê kaxidekê kazi kazan kirrî. bîst lîra derketibû. wele bo wê gavê wekî xezîneyekê mezin bû. ax wext.



05.11.2021 20:46 ~20:47 | biruya hayao miyazaki