Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîser] de;

3. çima nivîser rast e, lê belê nivîskar çewt e deham evdilfetah di vê vîdyoya jêr de baş zelal kiriye. (bi bîr bînin ku ew bi xwe beşdarê komxebata rêbera rastnivîsînê [ya mistefa aydogan] bû û di daxuyaniya xwe de got gelek şaşiyên zimên di nav rêzikên wan de hene û xwediyê komxebat gelek dengên endaman paşguh dikir ku ev hema tê vê wateyê ku "komxebat" ne komxebat e lê ya mistefa aydogan û hinin kesan e)

bi kurtasî di kurdî de lêkereke bi vî rengî tune ye: "nivîs kirin". heke hebaya wê bibaya: nivîs k-ar. lê belê lêker "nivîsîn" e lewma jî nivîs-er rast e. bi kurtasî ne şibandina peyva soranî ye, ev pergala kurdî bi xwe ye. xwedê zane çi çewtiyên din hene û qewla tirka bûne "galat-i meşhur"ên kurdî.




26.09.2022 17:21 ~17:42 | biruya hayao miyazaki

1. bêjerek li festîvala rewşenbîrî ya duhokê dipeyive, mêrik nabêje nivîskar lê bi pergalî nivîser. rudaw navê wî wekî silêvaneyî nîşan dide û gotina wî ya nivîser wekî nivîskar dide dîmenderê. û bawer im ji nivîskarê çêtirîn kurdî ye. niha meraq dikim di kurmanciya jêr de kîjan serdest e di navbera rewşenbîran de.

min li navê mêrik kola, hesen silêvanî derket di malperekê antîqa ya yekîtiya nivîskarên kurd - duhok de û li cem navê wî wiha dinivîse: Kar: serokê yekîtiya nivîserên kurd . xuya ye di bikaranîna nivîserê de berxwe dide.*



25.09.2022 11:07 ~11:15 | biruya hayao miyazaki