Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji spoyliran nefretkirin] de;

1. divê yekî ev bikira* (bnr: sopiler)

niha hezar û yek rêzefîlmên min hene ku dişopînim. (Eulachacha Waikiki, Young Sheldon, Q-Force, The Fosters) di wan de hinin ên bl hene ku (More Than Words, Roommates of Poongduck 304, Ai Long Nhai) rojevî ne. (wtf rojevî!) yanî hîn diweşin. li medyaya civakî ên mîna youtube û instagramê miriyên van rêzefîlman îmana min diçikînin jbk vîdyoyên tije sopylir çêdikin. loma carcaran bê hemdê xwe hinin ji wan temaşe dikim. û hemû sêhra temaşeyê diçe dqn. ne ku xwedî senaryoyên pir serkeftî ne yan jî hêmanên dedektîfî dihewînin. lê heman tişt di roman û çîrokan de jî dibe, heke zanibim ka çi qewimiye, nikarim temaşe bikim, heta ku ji bîr bikim. lê belê jibîrkirin bo min pir pêkan nabe jbk kengî navê rêzefîlmê/romanê dibînim spoylir tê bîra min. navê rêzefîlmê ji bîr bikim jî wiha ye. :/

belkî tirşikvan dikarin hemû hêcanên xwe yên derheqê fîlm û rêzefîlm û roman û wd li vir bi bnr-an binivîsîne.

bê spoiler jî mirov nikare bi xweşî qala wan bike.:/



30.10.2022 19:01 ~19:07 | biruya hayao miyazaki