Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca şêrê] de;

1. kesên ku di navbera 24ê Tîrmeh û 23yê Tebaxê ji dayik bûne. *Ev qûngû, tu dibêjî qey ji esmanan de hatiye xwarê. Bifîz û pozbilindiya wan, ne taybetiyên mirov in. Li gorî tekamula Darwîn ew cureyeke candar in. Hek wan rojekî bikeve giravekî tenha, ji bo wan 3 tişt hewceye: oksîjen, av û mirêk. Hek hun dixwazin şêra bikujin têxin odeyekî bêmirêk, wê di rojekî bimire. Her çiqas girîngî didin azadiya xwe jî mejî kakilkan jî kanin wan bixapînin. Nikarin derewa bikin, hek derewa bikin jî piştî deh deqa ewê gû bike û bi çoçikê hev bixe. Ne ji bo başî û safî ya wan; ji ber ku qabiliyeta wan ên plan çêkirin û sepandin û veşartin û çareserkirin tune ye. Zinhar ji vê megolomanan re tiştên ku xweş û bedewiya xwe nepirsin. Hun çiqas xweş û bedew bin jî wê tiştekî nebaş bibîne û moralê we xer bike. Hek hun bi wan re bikevin devjenî ewê henekên xwe bi rû û xûyanî yên we bike.: ji kîlo û meşîna we bigrin heta rengên çav û çermê we… Ji bo psîkolojî ya we talûkedar in. Birevin!



(bnr: birc)



22.01.2014 13:04 | biruya hayao miyazaki