Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca dewlik] de;

1. kesên ku di navbera 21ê Çile Û 19ê Sibatê ji dayik bûne. * Ev dinyanedît e. Heta dawiyê emrê xwe bi kompleksên xwe dijî û him xwe û him jî kesên dora wê/î ji eyar derdixe. Xwezîpêanîneke qejmer e; orijinalî wek seyareyeke jê dûr e. Veguhêranî çi ye, bi rastî nizane. Di dibîstanê de berdin jêhatîbûn; hema tiralên tiralan pêl wan nekiriye. Di kar û pîşeyê de jî, li kû derê çalakiyên hêsan û sivik dibîne wekî qijnikê jê nabe. Ne ji destê wan ê zêdetir tê; potansiyelê wan hew qas e. Hele hezkirina wan ê xwarinê, kenê gur û kuçikan pê tê. Ma malnexerabo/ê ji ber berfê tiliya we bişewite hunê bi nigê xwe xwarin bixwin. Ma seatekî nexwin, qey ewê gule û topa bibare! Ji ber vê tebîeta wan, obez û qelew û şîşko; qûn zebeş û zikberdayî tim ji vê burcê derdikevin. Ji xeynî lewlêsiya wan pir nostaljîk in. Çiqas kanin, hema behsa meselên berî kalik û pîrika xwe bikin! Tenê ew biba baş e; dema ev meselokan bînin bîra xwe ewê hema bi diltenikî destpê girî dikin.Hun dikarin, bi dewlikan hevaltî bikin, ji bircên din baştirin, xerabî ya wan jê din hindiktir e; lê bîra nekin hebin jî dibe, tunebin jî!



(bnr: birc)



22.01.2014 13:11 | biruya hayao miyazaki