Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amedî] de;

3. xort û ciwanên wan (bi gelemperî amediyan lê ya rast hemû kurdên li stenbolê dijî yên ku ji aliyê sosyoekonomîk ve di çîna hejaran de ne û di "gecekonduyan" de dijîn û nexwende ne) bûne malzemeya qerf henekên tora tirkan. ji bo wan dibêjin "zalım". kinc û şekal, peyvîn (bi tirkiya wan) û tevger... hemû tiştên wan ber qerfan in. ya rast, mirov ditirse silavê bide wan, êrîşkar û talûkedar xuya dikin, (di eskeriyê de yek hebû, ya xwedê!) ewqas mirov ditirsînin lê dîsa jî xwîn winda nabe, zora min diçe.

mîsal rûpelek înstagramê: Here lînkê
ew ê têra xwe henekên xwe bikin, mîna ku kelmêşên hatine ser gû û li dorê bicivin û bikenin heta di xwe berdin. di vê demê de mîna ku "lavuk" - "tırsmak" ê ji peyvên kurdî ji xwe re argo îcad bikin û piştre dê di rojên xwe yên pîroz de rabin rengê xwe dînin hortê.



25.11.2019 23:56 ~23:59 | biruya hayao miyazaki