Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîsk] de;

11. piştî demek dirêj min do pênûsa xwe hilgirt û dawiyê çiqas tiştên hûr û morîk, gir û dêw hene, verişand li ser risteyên rûpelên lênûskê. bi vê çalakiya qasî seatekî, min tedawiya xwe ya rojane pêk anî. ji herkesî re lazim e.



11.09.2018 17:13 ~17:14 | biruya hayao miyazaki

6. ji zaroktiya xwe ve ez lê dinivîsim. panzdeh bîst rojnivîsk bûne. min li dema lîseyê destpê nivîsandina kurdî jî kir lê ew rûpel qet neketin serê min. ji ber vê yekî demekî dirêj min ji xwe re got heger ez li gorî dilê xwe nikaribim kurdî binivîsînim, ne pêwiste vekirina rojnivîskê. lê piştî demên tenêbûn û bêdengiyê min car din geh bi tirkî geh bi kurdî nivîsand. heta nuha ev nîqaşa navxweyî ya min didomîne û senaryo xwe ji serî car din dubare dike. ji bo vî jî nelet pergalê zilmê dikim. min kirin biyaniya zimanê min a dayikê.



xêndî wê... qeydkirina jiyan li rojnivîsk gelek xweş û karek e kêrhatî ye. ne hewci ye ji bo bûyer û rewşên biçûk hişên xwe bibetilîne. binivîse û xwe jê palbike. aliyê din demên xweş a emrê me re li kurahiya hişê winda bibin jî li ser rûpelek dimîne û li gorî daxwazî bi vekirina devika lênlûskê car din bi bedewiya xwe ya pêkhatinê tê hişê me re. bi rastî tiştin hene bi xwendinê me re bi şaşmayî dibêjin "mi.. min vîya nivîsandiye... çawa!? asdfghj"



30.04.2015 23:46 ~23:51 | biruya hayao miyazaki