Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx riza] de;

1. Şêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata şahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Şêx Riza hecawekî bêeman bû. Mixabin ko tu şihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.

Herwekî me got Şêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Şêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr şêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Şêx Riza pişta erna wezîr, rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji şagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .



16.09.2014 19:09 | xwelî li ser