1. Hiner Salem (z. 9'ê adarê 1964, Akrê) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.
Bi 17 saliya xwe koçber bû ye, di riya Sûrî re çû ye Îtaliya, li wir çûye dibistanê û li Mîlano politîk xwendiye. Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004'a de pirtûka wî „Tifinga bavê min - zaroktî li Kurdistanê”, deketiye, ya ku bi gelek zimanan hatiye wergirandin. Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005'a wezîrê çanda ferensî Renaud Donnedieu de Vabres ew "Chevalier des Arts et des Lettres" hate xelat kirin. Ji bo herdû filmên wî yî dawî Kilomètre Zéro û Dol Hiner Salem vegeriya welatê xwe.
Fîlmografî
2006 sous les toits de paris
2006 dol
2005 kilomètre zéro
2003 vodka lemon
2001 absolitude
1999 passeur de rêves
1997 vive la mariée... et la libération du kurdistan
Pirtûk
2005 tifinga bavê min
|