Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çepotî] de;

2. di civakê de ji ber baweriyên olî nayê hez kirin an teswîp kirin. hin dibêjin guneh e hin dibêjin mekrûh e.

wextê biçûk bûm min ji diya xwe pirsî çima wilo ye? go çi çima wilo ye? yaw mi go çima destê çepê guneh e!? go haa! ji ber ku karên pîs destê çepê dike. qûna xwe bi destê çepê bişûn filan filan...

ma ew jî ne destê we ye heyra? bikarbînin wîî!! bila aliyê rastê ya mejiyê we jî bişixulê. bi dest an lingê rastê aliyê çepê dişixule.

û heke zarokên we çep bin zorê nedin ji bo destê xwe biguherê. ev tişteke genetîk e. pişt vê zordayînê hin pirsgrêk derdikevin holê dema mirov mezin dibe. wek mînak: destnivîsa wan ne xweşik dibe. neynûkên xwe dixwin. lalûte dibin. zêde şermok in.



12.05.2021 17:43 ~17:45 | xwelî li ser