Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serdar roşan] de;

1. Serdar Roşan nivîskar, wergêr, şaîr û çîroknûsekî kurd e. Bi eslê xwe ji amedê ye. Heya sala 1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de çû Swêdê. Ji wê salê bi vir de li Stockholmê dijî. Bi edebiyatê ve mijûl dibe û di malpera Nefel.comê de kolumnîst e. Heya niha neh kitêbên wî hatine weşandin. Wî hejmarek ji berhemên nivîskarên biyanî yên binavûdeng weke ernest hemingway, guy de maupassant, jack london û cervantes wergerandiye ser Kurmanciyê.

Berhem

Dara Gûzê (Novel, Weşanên Doz. Stenbol)

Bazên Welat (Şiîr, Weşanên Doz. Stenbol

Çîrokên Hezar û Şevekê (Çîrok,Weşanên Nûdem, Swêd)

Mircana Qelew, Guy de Maupassant (Werger, Novel, Nûdem)

Bi Xatirê Sîlehan, Ernest Hemîngway (Werger, roman, weşîner: Nûdem)

Novelên Cîhanê (Werger, novel ji gelek nivîskarên nawneteweyî, Weşîner: Weqfa kurdî ya li Stockholmê)

Destanên Kurdî (Amedekar: Serdar Roşan, Reşo Zîlan, Ji zargotina kurdî, Weşîner: Weqfa Kurdî ya li Stockholmê)

Don Quijote (Don Kişot) Cervantes (Werger. Weşanên Doz. Stenbol)

Xencer (Şiîr, Weşanên Doz. Stenbol

Don Kîşot-2 Cervantes (Werger, Weşanên Doz, Stenbol)



12.02.2017 17:31 ~17:32 | xwelî li ser