Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovar] de;

2. (bnr: lîsteya kovarên kurdî)



01.03.2017 13:05 | xwelî li ser

1. Kovar weşana nivîskî ya li gorî demeke diyarkirî ye. Kovarên hefteyî û mehane hene. Kovarên kurdî yên bi nav û deng hawar, gelawêj, nûdem,nûbûn, peyv, bar kovara w û gelekî din in.

Di warê rûpel û mezinahiyê de her çi qas pîvanek ji bo kovarê tune be jî, li gor armanc û daxwaza rêveçûnê cureyê kovaran diguherin. Kovar her çi qas bi piranî mehane derkevin jî, kovarên heftane, du mehane, sê mehane, şeş mehane û salane jî hene.

Di warê naverokê de kovarên cur bi cur hene: kovarên zanistî, kovarên çand, huner û wêjeyî, kovarên zimanzanî, kovarên civaknasî û hwd gelek in. Tevî ku gelek kovar ji bo teşvîka pêşxistina ziman, wêje, zanist û şaxekî zanistî naveroka xwe amade dikin jî, gelek kovar jî hene ku tu caran ji bo teşvîkê tu nivîsan naweşînin û dema ku nivîsa mirovekî/ê weşandin, ew kes êdî pisporê wê mijarê tê dîtin.



01.03.2017 13:03 | xwelî li ser