Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erich fromm] de;

1. Erich Fromm (* 23'ê adarê 1900 li Frankfurt am Main; † 18'ê adarê 1980 li Muralto, Tessin), psîkoanalîst, sosyalpsîkolog, nivîskar û mirovhezekî hêja yê sedsala 20. e. Malbata wî cihû ye.

Di sala 1919´î de bi navê "Mala mamosteyên azad a cihûyan" komalekê ava dike. Sala 1924'an, bi frieda reichmann re dest bi karê psîkoanalîtîkê dike û du sal şûnde jî pê re dizewice. 1929, bi hevalên xwe re înstîtutek bo psîkoanalîzê dadimezirîne.

Di sala 1932'an de bi navê "lêkolînên sosyal" kovareke dertîne û bi rêkûpêk nêrînên xwe diweşîne. Di 1933'an de, li Chicago ya DYA bi psîkologa navdar karen horney re dixebite û heya sala 1943'an ji ber zilma naziyan venagere ji DYA.

Fromm li ser gelek babetan lêkolînan dike. Ne tenê li ser psîkologiyê li ser çand, estetîk, hezkirin hwd jî pirtûken wî hene. Ew yek ji hîmên avakirina zanîstiya psîkologiyê û hûmanîzmê tê zanîn.

Pirtûka wî ya bi navê hunerê evandinê di sala 2009'an de li Başurê Kurdistanê, Hewlêrê bi paçveya Dr. lezgînê Çalî bi kurmancî çap bû.



21.03.2017 22:06 | xwelî li ser