Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên helbestî] de;

1. stranên ku gotinên wan ji helbestvanan e. stranên herî xweş ev in ji bo min. ji bo yeke weke min bêxîret helbest xwendin jî carna dibe bar. ku hûn bêjin "guhdar kirin an xwendin?" ez ê bêjim guhdar kirin. ji ber vê jî ji guhdarkirina helbestên bestekirî zehf hez dikim.
di muzîka kurdî de bestekarên bi vî rengî hene ku her tim bi helbestvanekî -an jî bi çend helbestvana- tên bîra mirov. wek mehmet atlı û arjen arî, ciwan haco û rojen barnas-cegerxwîn... niha dido heb têne bîra min.
stranên ciwan haco hema bêje tev ji helbesta hatiye bestekirin. di hevpeyvînekî de dibêje nivîsandin ji min nedihat min jî helbest û metnên hêja beste kir. çend stranên ku wî nivîsandî: sê sê, na na, dil ketmê... *



07.12.2020 15:19 ~15:21 | xwelî li ser