Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [masiyên kurdistanê] de;

3. Rehele masiyekî biçûk e. Pelikên wan hişk in . Rehele bi kom dijîn û diçêrin. Li kenarê avê di nav qûmê de diçêrin. di hundurî wan de tarik tune ye. Şunê tarikê tiştekî wek mîna nukan heye.

Masîpisîkê Kurdistanê (bi latînî, Glyptothorax kurdistanicus), masiyek e ji famîleya masîpisîkan (Sisoridae). Di robarên Firat û Dîcle de dijîn.
Here lînkê

Heware masiyekî çemê Firat e. Piştê ve kesk û gewre ye. Deqên biçûk ên reşik li piştê hene.

Devmezin (bi latînî, Aspius vorax), masiyekî gelek mezin e. di çemê Dîcle de dijî. Dirêjbûna wan heta 1 m digihê û giranbûna wan jî dikare 12 kg bigihê.
Here lînkê

Deqsor/trîtmasî (Salmo trutta), masiyek ji malbata masiyan Salmonidae ye, ku somon jî ji heman malbatê ye. Gelek cureyên deqsorê hene. Li Kurdistanê di çem û royan de deqsor gelek in û jê gelek xwarin tên çêkirin.
Di avên çeman de, herwiha ên deryayan de dijîn. Bi taybetî li royên ava wê sar in, golan dijîn. Hinek ji wan koçber in.
Deqsorên mê, di nava mehên çiriya pêşîn û adarê de bi qasî 10 hezar hêkan dikin.
Here lînkê

Darex masiyekî endemîk e ku li ava bi karbonat a Behra Wanê dijî.
Here lînkê

Boçreş masiyekî çemê Firat e. Qasî bostekî an du bostan gir dibe. Serê boçê wan reş e. Navê wan ji wir tên.,

çavkanî: ku.wikipedia.org



03.01.2021 18:58 ~18:58 | xwelî li ser

1. çend navê masiyan ku di çemê dîjle de dijîn :

Şebot (Bi îngilîzî Shabout) sor in dirêj in gilover in goştê wan zehf xweş e, nêr e
mak mê ye, wek şebot e
cewr ji bo masiyên mezin tê gotin
çêlîcewr
perrîzer ava paqij de dijîn, goştê wan heyat e
birek nav heriyê de dijîn, goştê wan nexweş e
gurik
pehnik/pehnoke/masîpank zêde mezin nabin encak kîloyek
simbêlok/koşkar wek min e *
şînok masiyên biçûk in, ji hemsiya mezintir in, şîn in
zeroke zer e *

ev masiyê çem in. di golê de nikarin bijîn. wek gundên me ew ê jî winda bibin di gola bendavê de. qe nebe bila navê wan li vir be.

çavkanî: bavê min *



03.01.2021 15:50 ~18:40 | xwelî li ser