Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêliyên eletewş] de;

1. Kêliyên ku mirov nizane çi bike. Neçar dimînin. Nikarin xwe ji wê kelîya eletewş xilas bikin. Çend heba bêjim hûn ê bêtir fêm bikin:
Ew kelîya ku mirov destê xwe dirêjî yekî dike û ew mirov destê xwe nadiye. Hin kes nabînin hin kes bi zanebûn destê xwe nadin. Heram e heram.
Wekî din di dawetan de jî tişteke wilo diqewime. Di govendê de carna hin kes derdikevin. Hin jinik jî nakevin destê mêra. Tu li jinikê dinêre jinik li te.. Tu li benda qehremanekî yî ku were bikeve destê we û we ji vê derdê xilas ke.
Yeke din dîsa di dawetan de ye. Axleb tê serê min nizanim çima. Serê govendê zehf bilez diçe û govend diqete. Ji Dera ku ez lê me diqete. Nizanim kîjan alî ve herim. Destê xwe vedikim heta ji min tê. wilo dileyizim. Ax axx.



21.05.2021 11:48 ~11:50 | xwelî li ser