Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qur'an zagona bingehîn e] de;

24. mijareke provakatîf e û bi qest hatiye vakirin. nivîskarên ku tev li niqaşan nebûna nizanim lê rewşa yên tev li niqaşan bûne û misilmanîyê parastine, diyar kiriye. li gor dîtina min, di parastina misilmaniyê de têra xwe xurt nînin. hin tespîtên rast kirine lê ew jî êdî tiştên me ezber kirine ne. ez ji xwe wek rexnegirekî misilmaniyê wan bêtir dikarim misilmaniyê biparêzim. û li ser de divê mirov sirf bona parastina misilmaniyê nekeve di nav nakokan. ev yeka parastinê bêtir dibe sedema ji misilmaniyê sarbûnê.



20.06.2014 10:40 | nazim tolhildan

19. kekê serhat, welehî min peyama te xwand û heya ji destê min tê hemû peyamên te yên din jî dixwînim. û dîsa heya ji destê min tê dinivîsim. lê mixabin karê ku ez dikim pir girane û her dem fersanda min peyda nabe ku ez bersiva her kesî bidim û her saet di tirşikê de binivîsim. niha em werin li pirsa te. bi sêrî de vê yekê dubare bikim ku ev mijar mijareke hesas e û hez nakim zedê dirêj bikim. bi nêrîna min ve min bersiva te jî da. peyamên min ên li jor de gelek mînak jî da. qur'an ji bo civaka 1500 salî berê hat û qeîdêyên qur'anê we demê kêrî pêşve çûnê dihat, lê îro dibe sedema paşve mayînê û pêşdaçûyînê re astengîyê peyda dike. qeîdeyên qur'anê êdî nikare jiyana modern dizayn bike. tu dibêjî kîjan ayet.... ez dikarim nîvê ayetên qur'anê ji tera bêjim. zanistîyê bigre heya, mûsîkê, jiyana civakî bigre heya têkilîyên kesanî, qur'an bi ayetên xwe ve tev li her tiştî dibe. ezê çawa wêneyekî çê bikim? ezê çawa li ser laşê mirovekî xebatên zanistî bikim? ezê çawa mûsîka xwe îcra bikim? ezê çawa heval û hogir û hezkiriyê xwe têkilîyê bikim? ezê çawa jiyana xwe ya civakî berdewam bikim? û hwd. qur'an bi ayetên xwe û sinet û hedîsan ve tev li hemû van tiştan dibe. civakên ku qeîdeyên bi vî avayî va hatine girêdan mehkûmê paşdemayînê ye. divê mirov hemû di mijarên girîng de azad be. azadî tunebe, pêşdeçûyîn jî tuneye...



18.06.2014 17:48 | nazim tolhildan

17. (bnr:jiyana modern/42884)



18.06.2014 15:57 | nazim tolhildan

14. 1-mijara ku li gori min edî gihîştîye armanca xwe, ji ber ku niqaş û ramanên xweş derketine holê û her kesî li gori xwe fikrên xwe diyar kirine.



2-mijara ku bi aliyê hin kesan ve şaş hatiye fêhm kirin, ji ber ku tiştên min negotin, wek min gotiye hatiye nîşan danîn. min tenê got “qur’an jiyana civakî dîzayn dike, ev yeka jî dibe sedema paş de mayîna civaka misilmanan”. Eger hûnê rexne bikin vê yekê rexne bikin. öcalan li kuderê derket, şert û mercên 1500 salî berê li ku derê derket û çi têkilîya van ji gotinên min re hene nizanim.



3-hemin gotin hate li ser şertên 1500 salî berê, ez wê mijarê de jî fikrên xwe diyar bikim, dibe ku karmatî fikrên xwe vegere û bêje “na lo welehî min şaş fêhm kir, ev nazim tolhildanê reben misilmanekî xas e”*. Ez ji xwe dîroka misilmantîyê baş dizanim. Demên cahilîyê de girîngiya hatina misilmantîyê qebûl dikim. Heta misilmantiyê weke şoreşeke girîng dibînim. Ji ber ku bi rastî jî di şert û mercên wê demê de misilmantî şoreşeke giranbûha bû. Heta di nav şoreşên dinyê de şoreşa herî mezin e. wê demê şert û qeîdeyên misilmantîyê li gorî qeîdeyên jiyana civakî, 1000 salî pêş de bû. Bi hatina misilmantiyê ve asta mirovahîyê qat bi qat bilind bû. Wê demê jin kole bûn, zarokên qîz sax û sax binerd dikirin. Lê bi hatina misilmantiyê ve cinnet kete di bin lingên wan, jin ji koletiyê xelas bûn û bûne xwedan deng. Em bi rihetî dikarin ku bêjin di dîroka dinyê de jin yekemcar bi hatina misilmantîyê ve di nav mirovehîyê de cîhê xwe girt. Ev hemû rastîtîyên girîngin û ti heqê kesî tuneye ku dijheviyê bike. Van tiştana ez ji xwe her dem li her derê dibêjim, di peyamên min de dijî van rastîyana min tiştek negotîye. Hûn çawa tiştên ez ji xwe dibêjim û tiştên min dijhevî nekirîye ve bersivên min didin???



4-ger hûnên bi qîmet bûna misilmantîyê ve bersiv bidin min, ger hûnê bi kirinên mihemed pêxember ve û hedîs û sinetan ve bersiv bidin min, qet nedin yê baştir be. Ew hemû tiştana rastin, lê heya 200 salî berê baş bû, ne ji bo îro. Qeîdeyên qur’anê êdî têra dizayn kirina jiyana civakî a modern nake. Û ez vê yekê ji nebêjim yê di dilê min de bimîne: dema ku hin nivîskaran hê di derpîyê xwe de dimîst, min dîroka hemû olan û mîtolojîyan dikola û mereq nekin min hemû pirtûkên olî jî xwandiye.



5-Nivîskarek dibêje: nizanim di qur’anê de zirt dinivîse han ji te re sosyalîzm. Di qur’anê de pirt dinivîse han ji tera demokrasî. Di qur’anê de çirt dinivîse han ji te re dîsa demokrasî. Ez jî dibêjim “peki zeki zekî müren de bizi görecek mi?”. bi tenê bona parastina tiştekî mirov ev qasî gotinên giramekî giranîya wan tuneye dibêje, mirov ev qasî demagojîyê dike… heso yê gundê me yê nîv mêjî jî dizane ku, ne tenê misilmantî, di fitrata hemû olan de feqiri, dewlemendî heye. Ango bingeha hemû olan de kapîtalîzm heye.



- Qur’anê de dibêje her tişt ya xwedê ye, lê sistema aboriyê de sosyalîzm tuneye. qur’an dibêje bila dewlemandan nizam çend parçe ji mulkên xwe parçeyekî bide feqîran. (kapitalizm)



-li gorî qur’anê, şahidiya 2 jinan weke şahidiya mêrekî ye. (Bakara 282) (faşîzm). * van mînakana ez sibê heya êvarê dikarin dirêj bikim, lê ne hewceye.



6-tiştekî jî bona peçandina jina bêjim. Kêmasiyên min biborînin lê ezê piçek zimanê xwe tûj bikim. Bi peçandina jina ve qontrol kirina kîrê mêra, encax karê civatên 1500 salî berê an jî karê civatên îroyîn yên paşdemayî û cahil in. mêrên camêr û modern, kîrê xwe bi rût bûna jina ve ra nakin. Mêrên camêr kîrê xwe bi mêjiyê xwe ve ra dikin. Û bîr nekin ku ger cîhekê tiştek bê qedexe kirin, ew qedexeyê herî zêde li wir bê xera kirin. Ango tu jina bi postê hirçan ve jî bipeçinî, dîsa herî zêde li wir kîrên ra bin.



7-min bi sêrî de jî got, ev mijara kêm zêde êdî gihîşte armanca xwe. Ezê êdî di vê mijarê de nenivîsim. Ji ber ku dûh ez îslamofobîst hatim îlan kirin, têrê nekir çav û dilê min weke mor kirî hate îlan kirin. Xuyaye ku sibê jî yê min weke ateîstan îlan bikin. ez vê yekê jî bêjim ku ez her çiqas dijî oldaran nînim, ew qasî dijî ateistan jî nînim. Lê tişteke weke bersivandina peyamên nepêwist û vikûvala bi zehmet tuneye…



18.06.2014 10:58 | nazim tolhildan

7. mijareke ku hesase û divê şaş neyê fêhm kirin. bêguman hemû îdeolojîyan bi avayekî tev li jiyana rojane, cilûberg, têkilîyên mirovan, qaîdeyên fikirîne dibe. li ser de ez bi rihetî dikarim bêjim ku, di dawîyê de armanca hemû îdeolojîyan afirandina mirovên weke wan difikirine. ev helwesta tişteke nebaş e û mixabin îdeolojîya partiya kurdên welatparêz an jî kurdên pkkyî de jî ev şaşîyana hene. xêncî xwe kurdên din welatparêz qebûl nakin û dixwazin ku her kurd weke wan be. dema ku ez piştgiriya fikrekê, partiyekê an jî îdeolojîyekî bigrim jî xeletên wan dibinîm. weke kesên din çavên xwe kor nakim.



serhat avcı yê delal peyama xwe piçek bi reaksîyonî nivîsiye û şaşiyên wî hene. ger hemû îdeolojiyan mudaxile li jiyana mirovan bike jî, ev yeka nayê maneya "Kur'an dikare mudaxile bike". tiştên şaş şaşin. gotina ku "min li kurdistenê jin ji koletîyê xelas kir" gotina Öcalan nîbe, ya pêxember be jî dîsa şaşî şaşî ye. û ez vê yekê jî nizanim ku axaftin kîngê hat li ser gotinên Öcalan. ez parêzerê Öcalan nînim û ger şaşîyên wî bên gotin, ez dikarim qebûl bikim. lê gotina min li ser rexnakirina qur'anê ye. min got qur'an weke pirtûkên pîroz yên din nînin. bi rastî jî wisa ye, qur'an ne dişibe tewratê, ne jî dişibe incîlê.incîl û tewrat tenê li ser manewiyatê ye, lê qur'an li him li ser manewiyatê min ji ser jiyana mironahîye hatiye nivîsandin. ango încil û tewrat makezagon nînin, lê qur'an makezagone û min ev yeka rexne kir. ango min qur'an li pirtûkên din re berawird kir, ne li îdeolojîyan re...



xêncî wê, li birazîyê min ê 8 salî heya kalikê minî 80 salî her kes dizane ku, qur'an tev li fikirînê dibe û dema ku dibêje "laşen xwe biparêzin" ev yeka jî tev li bûna cilûbergan e. eger arîsto û qur'an heman tiştan bêje, lê mirovek ferqê têxe di nav gotinên wan de, di nêrîna min de ker ji wî mirovî çêtire. û hemin pirs hate li ser aristo, li gorî min û hemû feylesofên felsefeya diyalektîkê, têkilîya misilmantiye û paşde mayîne heye. ji bo vê yekê fêhm bikin çend heb pirtûkên ne pîroz xwandin û piçek lêkolîna diyalektîkê bese.



17.06.2014 16:53 | nazim tolhildan

1. qur'an ji bo misilmanan zagona bingehîne. weke pirtûkên pîroz yên din nîne. ji ber ku, ne tenê tev li tiştên olî dive, hema bêje di jiyana misilmanan de tev li her tiştî dive. jiyana rojane dizayn dike, xwarin û vexwarina mirov dizayn dike, cilûbergên mirov dizayn dike. tev li têkilîyên jintî-mêrtîyê dibe. heta tev li emê çawa bifikirin jî dibe. ji bo vê yekê heya kurd misilman bin, nikarin bibin sekûler û heya qur'an bandora xwe ya makezagonîyê berdewam bike misilmanên paşde bimînin...



17.06.2014 15:25 | nazim tolhildan