Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin] de;

17. cerb û tecrûbeyeke endazer an jî uciezkvidyêvp an jî pezkûviyê cûdî an jî nizanim çik* a 50 peyaman pêk tê ye. bi rastî tecrûbeyeke baş bû, ji ber ku her çiqas fîşalkirî be jî, hin nakokiyên sempatîzanên öcalan diyar kir. lê bila bizanibe ku ev nakokiyan ne yên öcalan xwe ne, yên hin sempatîzanên wî ên nezan in.



xêncî wê li gorî min encama vê cerbê a herî girîng tişteke din e. ev cerb bi sêrî de sivikbûna nêrînên dijberên öcalan eşkere dike. van 50 heb peyaman de kifş bû ku, dijber, sempatîzanên öcalan çawa dibînin... yanê di çavên wan de hemû sempatîzanan têra xwe kurdî nizanin. ataturk di çavên tirkan da çawa ye, öcalan jî di çavên sempatîzanan de wusa ye. nezanin û tên çêrandin. bê fikirîn gotinên Öcalan qebûl dikin û hwd.



yanê erê nakokiyên hin sempatîzanan peşkeş kir, lê wê zêdetir nêrînên şaş ên dijberan eşkere kir. diyar bû ku serokê dijberên öcalan ên nivîskarên tirşikê, hay ji têkoşîna pkk û öcalan tuneye. an jî hay jê heye lê bi qesta ve hundirê vê têkoşînê vala dike.



ji ber ku te cîhê sempatîzanên öcalan ê di çavên dijberan de eşkere kir:

spas ji te re (bnr: endazer)

spas ji te re (bnr: uciezkvidyêvp)

spas ji te re (bnr: pezkûviyê cûdî)

spas ji te re (bnr: yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin)

û spas ji te re (bnr: tu her kî bî)



22.12.2014 23:19 | nazim tolhildan

13. nivîskarê ku eger dijberê pkkê nîbe jî, hin şîroveyên wî yên bêbingeh û tûj ne li gorî helwesta pkkê ye.



22.12.2014 01:32 | nazim tolhildan

9. kuro ew çî ye... nivîskarekî wek agirê sor e. bi xêr hatiye, ser çavan hatiye. bi rastî hebûna wî ji min re xelat e. ji ber ku bi hebûna wî ve, dibe ku ew nivîskarên tirşikê yên dijberên pkkê êdî dev ji min berdin, min rihet bihêlin û biçin dora wî* heya ji destê te tê binivîse bavo. guhê xwe nede wan dijberokana, lê dîsa jî divê mirov dev ji dilnizmiyê bernede û her avayî hay ji gotinên xwe be.





20.12.2014 13:35 | nazim tolhildan