Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [08.08.2015 êrîşên li ser navendên hdp'ê û gelê kurd] de;

1. bila kes nebêje faşîstan kir. ev êrîşana resterast ji aliyê gelê tirk ve hatine kirin. ev tevkujî û linç çanda wan de, genetîka wan de heye. mixabin gelê tirk van tiştana baş dizane û pisporên komkujîyan e. jixwe di dirûşmên xwe de jî dibêjin "em operasyonan naxwazin, em qetlîman dixwazin". ev helwest ne ya ülkücüyan tenê ye, helwesta piraniya gele tirk e.



di encama van êrîşên bênamûsan de :



navenda giştî ya hdp'ê hate şewitandin.

li antalyayê êrîş dane navendên hdp'ê ya manavgat û alanyayê. navenda hdp'ê ya alanyayê hate şewitandin.

li bağcılarê, sultanbeyli, esenler, aksaray, kirşehir, balıkesir, çanakkale, amasya, çorum, mereş, izmir, eşkişehir, edirne, konya, bursa, tekirdağ, mersin, malatya, kayseri û nîğdeyê êrîş dane navendên hdp'ê û gelek ji wan dîsa hatin şewitandin.



li muğlayê ji ber ku karkerek di facebookê de cilûbergên xwe yên kevneşepî pêşkeş kiribû, ji aliyê tirkan ve hate linç kirin û bi zorê peykerê Atatürk dane maç kirin.

li eşkişehîrê karkerekî kurd, tenê ji ber kurdbûna xwe hate lînç kirin.

xortekî kurd, ji ber ku di telefonê de bi kurdî diaxifî, bi aliyê tirkan ve hate kêr kirin û hatê kuştin.

li hemû bajarên tirkiyê êrîş dane kargehên esnafên kurd û kargehên wan hatin şewitandin.

li erziromê tirkan êrîş dane karkerên kurd yên tokiyê

li gelek bajarên tirkan êrîş danê otobus û erebeyên kurdan, gelek ji wan hatin şewitandin.

li enqerê êrîş dane karkerên demsalî ên kurd, ereba wan hate şewitandin û yên di erebê de hatin linç kirin.

li antalyayê tirkan xortekî esmer dîtin û zen kirin ku kurd e. xort, ji ber esmerbûna xwe hate linç kirin, lê paşê diyar bû ku xort ne kurd e, heta ülkücü ye.









09.09.2015 12:00 | nazim tolhildan