Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [medyaya civakî] de;


2. wekî mînak: çend meha berê, dayika hevalekî min çû rehma xwedê. hevalê min, rehmet bûna dayika xwe li ser facebookê parve kiribû. ji ber wê, ez jî fikirîm û min ji xwe re got "bi vî avayî ne hewceye ku ez biçim sersaxiyê". min jî li ser facebookê jê re fatihek xwend û derbas bûm...



24.02.2016 11:51 | nazim tolhildan

1. tişteke ecêb e. bi nêrînekê ve tişteke pir baş e, ji siyasetê bigre heya aboriyê, ji komînîkasyonê heya çandê, hay ji dinyê bûnê heya têkiliyên taybet û hwd. di gelek beşan de mirov dikare ji bo armanca xwe bi avayekî bi feyde bi kar bîne.

lê bi nêrîneke din ve tişteke pir xerab e. wek vîruseke bê derman ketiye nav civatê û mirov ji merivatiyê dûr dixe, têkiliyên samîmî yên civatê yên rû bi rû tune dike. wextê mirov distîne, derûnnasiya mirov xerab dike. lê ya herî girîng mirov ji rastîtiya dinyê diqetîne.



24.02.2016 11:43 | nazim tolhildan