Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rakêşîna ewleyî ya zemînê] de;

1. di eslê xwe de têgeheke endazyariya avahiyê û ya endezyariya erdnasiyê ye. lê bi avahîsaziyê ve resterast girêdayî ye. rakêşîna ewleyî ya zemînê, hesabeke ku saxlembûna erdê ku avahî li ser bê çêkirin diyar dike. vv hesab çiqas bilind derkeve zemîn jî ew qas saxlem dibe. ji xwe di avahiyan de bingeh û pêşnûmaya statîkê li gor vê hesabê tê çêkirin. rakêşîna ewleyî ya zemînê, ji aliyê endazyarên erdnasiyê ve bi makîneya sondajê ve tê hesab kirin. ger ev hesab şaş bê dîtin, wê demê avahî di kokê de bi talûke û pûç dibe. ji ber wê ji bo avahiyan hesabeke pir girîng e.



16.05.2016 16:05 | nazim tolhildan