1. welatê ku xwedîya serokek dîn e.
kur xalê min li vê welatê de zanîngeh qedandî ye. bi qewlê gotînên wî, putin a rusyayê li cem wî zilamê wek mulayîm tê hesibandin.
ew ê videoyek wî diktatorî nisanê min da bû ku di videoyê de spîker dipirsî ya ma tu derbare lgbtî çi difikirî ew ê jî bi awayekî axayî lê vegerand ku bila lgbtî bimirin çêtir e.
û bi qasê ku kur xal bi min re par ve kir, li belarusê polêsên taybet hene ku ew jî xwedîya mafê kuştinê ne: dema çalakiyek pêk tê, ji ber ku çalakvan xayîn tê hesibandin, ew nahêle ku kesek sax bimîne û yên ku çalakî dikin, dikuje.
li alîya din, maaşê karkeran zêde zêde kêm e. û li ser vê yekê diktatora belarus jî idîa dike ku bi xwe mehê 800 dolar distîne.
bêguman ne rasthatiye ku camêr %85 deng stendîye.
|