Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qur'an zagona bingehîn e] de;


23. ji kerema xwe re entryên xwe dirêj nekin(ez jî têde) heta ku min peyamên li jor xwend bêhna min çikiya:-)

neyse ez dîsa heman tişt dibêjim kekê nazim tu dibêjî ez dikarim ayet jî bînim lê ez hê jî li benda ayetan im te ayeteke tenê jî mînak neda ji bo em bikaribin bêjin wa ye quralên quranê hene ku gêrîn û legerîna zanîstiyê qedexe dike



18.06.2014 22:21 | ferhenga şikestî

18. hê jî bersivek nehatiye birêz tu behsa jiyana modern kiriye lê mebesta min ne ew bû yanî mesele pêşveçûn û paşvemayîn e. gelek xalên ecêb hene mesele di nava aborjîniyan de jî niximandin tune ye hemû tazî ne û kes jî tevlî kesê nake, ma ev tê wateya pêşvebûnê?

û ez cardî dipirsin kîjan ayet di hemberê pêşveçûna zanîstî de asteng e?



18.06.2014 16:21 | ferhenga şikestî

16. min di peyama xwe ya dawî de bersiva xala duyem a peyama kekê mazlum dabû lê nizanim an zehmet nekiriye nexwandiye yan jî bersivek peyda nekiriye. .

bila ji kerema xwe re bersiva peyama min bide ji ber ku gelek meraq dikim di derbarê wê de çi difikire? sedema paşdemayîn û badora ayetên ango zagonên quranê bi çi awayî bi he ve têkildar in? min raya xwe li jor nivîsand jixwe lê ya cenabê wî çi ye?



18.06.2014 15:47 | ferhenga şikestî

9. Dema pênasên têgehan şolî û nezalal bin jixwe gengeşî jî ji bo her du aliyan jî hewldaneke vala dibe ji ber ku em hê li ser çi û bi kîjan tarîfan dipeyivin ne diyar in. mesela tiştên ku ez ji paşdemayînê fêm dikim û tiştên ku yekê/a din ji paşdemayînê fêm dike, dibe ku cuda be. lewma jî pêwist e ku em têgihîştin û fêmkirina xwe rave bikin piştre bikevin qirika hevudu.

a yekem paşdemayîn çi ye?

bi ya min paşdemayîn ew e ku dema ku di civateke de fikirîn qedexe be û pêşve neçe, hilberîn çênebe, alav û amûrên serdemî ji netew û civatên din peyda bibe, dibistan û zanîngehên te tune bin an jî bi awayekî entegrebûyî ya ji cîhana nûjen û serdema nûjen re nebe, zaroyên civatê di kar de bixebitin, rêjeya mirinê ya ciwanan zêde be, tendurîstî, ragihîn û ragihandin, veguhestin tune bin, aboriya te li ser hilberîna amûr û alavên serdema nûjen nebe, ji çandin û heywan û palatiyê be û asta refahê ji derûdora civatê hanê kêmtir be tu paşdemayî yî..

de vêca ez werim bersiv û ravekirina xwe ya li gorî pênasa xwe..

ummeta îslamê paşve ye? Erê paşve ye. lê çima? ji ber ayetên xwedê paşde ye? yan jî ji ber rêveber û qaşo-alimên ehmeq?

her du ji hev gelek cuda ne. ez dixwazim gengeşiya xwe li ser kurdistan û tirkiyeyê bimeşînim (ji ber ku têde me)

niha tirkiye qaşo sekuler e û makezagona wê laîk e, di nava zagonên wê de tu diyarde û emareyên quranê tune ye û xwe jî wek awropayê dibîne ango dixwazim bêjim ku tu bandora qaîdeyên quranê li ser rêvebirina tirkiyeyê tune ye, gelek zelal e!

pekî bavê min tirkiye pêşve ye? ji sedî 95 bêhtir hemwelatiyên vê dewletê misliman e lê rê û rêbaz û rêgezên birêvebirina vê dewletê ne li ser qaîdeyên quranê ne. qaşo ji xwe re perwerdeyeke zanîstî hilbijartine û amûrên serdema nûjen bi kar tînin lê dîsa jî paşve ne lê cardî dibêjim tu eleqeya quranê bi vê yekê re nîn e lewra şerîat tune ye. dewleteke laîk, bonapart, tund û îdeolojîk e, sedema paşdemayîna vê dewletê jî girêdayî van tiştan in. bi kurtasî sedem ne quran ne îslamiyet ne jî ayet û hedîs in.. dîndarên tirk ên vê dewletê ehmeq, hov, nezan, nijadperest, tirsonek, dexel û zexel, kor û fêmkor in lewma jî li gor ruhiyeta quranê tevnagerin ji ber tirsonekî û ehmeqiya xwe li gorî fermanên vê dewletê tevdigerin. ji ber vê jî tawan, suc, qebhet û gunehên dîndaran nekin stûyê quranê! ji min re ayeteke tenê bînin ku têde gerîn û legerîna li ser zanîstiyê qedexe be, ez ê bêjim temam û qebul bikim.



kurd ji ber çi paşde ne? ji bela ku ji çar aliyên xwe bi neyarên hovane rapeçandî ne. hê keys û derfet nedîtine ku bêhna xwe bidin. di sedsela bîstemîn de hama bêje hemû neteweyên misilmanan dewleta xwe ava kirin lê bi tenê em man. eger nekarîbûna avakirina dewletê, girêdayî quranê bana wê demê di nava misilmanan de dewleteke tenê jî ava nedibûn. kurd hem ketin dehfik û xefikên misilmanên bêbext hem jî di nava kurdan de êlî û neyariyên dîrokî hebûn ku destê xwe ranehêştin ji bo ku dewleteke serbixwe ava bikin. tabî gelek sedemên din jî hene lê naxwazim peyama xwe pirr dirêj bikim.

wek encam dikarim bêjim ku dewletên misilmanan paşve ne lê ne ji ber quranê ye ji ber misilmanên ehmeq û korfêm paşve mane..

niha hz. mihemed dibêje ku "tu dema di nava şer de bibî jî nikarî extiyar, jin û zarokan bikujî". lê ev îşîda xwînxwar heyfa xwe li zarokan jî nahêle hama kî tê li ber wan tê kuştin lê digel ku quran kiryarên wan qedexe kiriye dîsa jî dikin. tu eleqeya wan û aqîdeyên quranê bi hev ve tune ye.



17.06.2014 18:42 | ferhenga şikestî

6. di kurdistanê de hê jî li hemberê jinan şîddet heye û bi awayekî tund! dema ku jin di bin bandora mêran de binpê bibin, tê wateya -nemirovbûnê? ji bo xwedê kenîna qeşmeran li xwe neyênin. dema rewşen bedirxan ala kurdistanê di îngîlîstanê de daçikandibû, serokê we hê nehatibû dinê, dema leyla qasim operasyoneke dîrokî li îranî pêk anîbû serokê we hê zarok bû, û niha jî pêşmergeyên jin li hemberê îdîşê têdikoşin çima ew ne mirov in? an jî asta wan asta hovanan e? kurdistan bi tenê ji bdp'yiyan pêk nayê 40 mîlyon in û ji xeynî çend hezar xebatkarên bdp'yê tu car bandora ocalan li ser jinan nebûye. ma jixwe hem mêr û hem jin 'ji wî fêm nakin' ku vêca çawa biguherin? û guherîna jinan ne tenê berhema wî ye kaka, dinê diguhere dinê ezxulam. 30 sal berê başur wisa bû? çima li wir jî ocalan guherand?

neyse min mijarê şolî kir biborînin, çend qural û qaîde û aqîdeyên quranê hene bawer bikin di mejiyê min de jî çend gumanên têvel hene lê ez nabêjim te çima wisa kir, lêdikolim ji ber ku em însan kêm in, kêmîn in. xwe bi xwe dibêjim teqez meseleyek heye ku vê yekê wisa ye û bi pirsê ber bi lêkolinê bi rê dikevim.. berê jî ez bawer im hatiye pirsîn ku çima goştê berazan heram e? lê niha bi lêkolînên zanîstiyê hatiye eşkerekirin ku goştê berazê, hesta hesudiyê dikuje û di însanan de hormona hevzayendîtiyê hildiberîne falan û bewan



17.06.2014 16:28 | ferhenga şikestî

5. pirsên xwe ji bîr mekin dema hûn mirin hûn ê yekser yanî dîrect ji xwedê bipirsin, ew senarîstek qenc e wê bersiva pirsên we bide:-)



17.06.2014 16:07 | ferhenga şikestî

2. belê rast e dîn ji bo ola îslamê zagon û hukmên sereke û bingehîn e, heta vir tu pirsgirêk tune ye. di qur'anê de ez hê pêrgî rê nîşandana fikirînê ya ji bo mirovan nehatim. bi tenê nêteke pak û paqij heye ku ji bo mirovan pêşniyaz dike û dixwaze. yanî nabêje bavê xwe wisa bifikire û diya xwe weha bifikire û niza hevalê xwe wilo bifikire. niza vêya bifikire lê wêya nefikire falan û bewan. Quran dibêje bifikirin bigerin bipirsin bikolin têgeha 'eşhedû' heye li gorî alimên ku min xwendine di vir de xwedê dixwaze bêje ku bi awayekî jiberkirî yanî ezbere nejîn nebêjin min bawerî anî, bixwînin û bi xwendinê, min mantiqa xwe baweriya xwe ji xwedê û quranê bînin. quran teşwîq dike ku xalidên xwedê bila bifikirin. dema Aristo dibêje bifikirin dibe felsefe û otantîk dibe, lê dema quran dibêje bifikirin vêca jî dibêjin çima tevlî me dibe?

quran tevlî cil û bergan nabe bi tenê dibêje beden û laşê xwe biparêzin.ji ber mirovên din. bi taybetî jî ji bo jinan dibêje ( ji bo ku gilêza zilamên lêçan neyê devê wan)

kîjan îdeolojî tevlî têkiliya jin û mêran nake? kî ne ku li derve heta êvarê slogana 'jin jiyan azadî' diavêjin' kî ye ew kesê ku dibêje 'kadını yarattım? ango di kurdistanê de jin kole bûn, xulam bûn, xizmetkarê mêran bûn û rûmeta wan û kesayeta wan tunebû lê ez hatim niha jin êdî hatina li ser xwe... xwediyî van gotinên hanê kî ye? înşallah "we ji min fêm kir"



tu eleqa û têkiliya paşve mayînî û quranê bi hev ve tune ye, yên ku wisa dibêjin di jiyana xwe de carekî jî quranê venekirine nexwendine ez dixwazim dirêj jî bikim lê ew mijareke din e



17.06.2014 15:49 | ferhenga şikestî