Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ömer faruk baran] de;

21. (bnr: zulfên zelixayê)



02.09.2015 22:16 | ferhenga şikestî


11. xwudê jê razî be kurê wî zava be, têra xwe li ser çapemenî û teqemeniyan qal û behsa me dike..

di malpera rûdawê de jî di derheqê tirşikê de nivîseke nivîsandiye



Here lînkê



25.03.2015 19:19 | ferhenga şikestî

10. (bnr: perxudres)



09.03.2015 17:45 | ferhenga şikestî

9. ez bawer im xortê ku ji bo tirşikê wê surprîzek çêbike

deriyê wî sor be ocaxa wî gûr be*



06.03.2015 19:49 | ferhenga şikestî

4. serê xwe gelek li ser edebiyatê diêşîne..

heke ne kurd bûya, wê jê nivîskarekî qerrase derketa



19.01.2015 00:41 | ferhenga şikestî

2. ez gelek meraq dikim di tirşikê de jî dinivîse yan ne? heke nivîskarê tirşikê be, bi kîja navê dinivîse?

not: heke nivîskar bî sê car bêje werin sêva werin sêva werin sêva*

di nava kurdên me yên ciwan ên ku bi kurdi re eleqedar û têkildar in de yê herî jîr û jêhatî ev e, ne tenê edebiyata kurdî, di heman demê de di derbarê edebiyata tirkî û îngîlîzî de jî xwediyê zanîneke berfireh e, ji îngîlizîyê jî carinan wergeran dike, de vêca ez nizanim hemdê xwedê ye herhal hemû omer faruk'an wisa jîr û jêhatî dibin.

di sala 2012 de di pêşweyaziya çîrokan a abdullah duran de çîroka bi navê 'zênebêj'ê xelata yekemîniyê girtiye..

pirtûka wî ya yekem û tekan jî ji vir çend meh berê ji aliyê weşanxaneya ronahiyê ve hatibû çapkirin..



18.09.2014 11:41 | ferhenga şikestî