Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêwira bi zarokan re] de;

9. ez û evîn..(evîn 7 salî ye keça xaltiya min e bi tirkî baş nizane û em bi hev re dijiyan)



ez- evîn ez diçim

evîn- diçî li kû?

ez- diherim stenbolê

evîn- (piçek fikirî) ma diçî biçe, ez jî odeya te digirim ji ma çi*



28.02.2015 14:11 | ferhenga şikestî

7. şêwira ku dema li mala we zaro(çi keç çi kur) hebe tehmeke bêhempa ye û bi ser de jî axaftin bi kurdî be gelek xweş dibe, (tabi min mebest ne ew e ku bêjim kurdî pîroz e û niza çi niza çi..) mesele cuda ye. min bixwe di nava diyalogên zaroyên malbata xwe de dîtiye, seh kiriye. yên me bi pirranî di 6 saliyên xwe de hînî tirkî dibin, bi awayekî çawalêhato dest bi jiyana bi tirkî dikin lewma jî têgihîştinên wan piçek nivco û kêm dibe. hîn nû bi nû fêrî peyvên tirkî dibin û heke wateya peyva hanê tênegihîştibin hawara xwe digihînin te û were vê meseleyê safî bike*

şêwira min û evînê (evîn keça xaltiya min e niha diçe pola yekemîn) li ser fêmnekirina xêzefîlmên tirkan bûbû, bi taybetî jî kayu û pepe.. mînakên ku tên bîra min;



evîn- serhad abê maxfettin çi ye?

ez- yanî te lewitand

-lewitand?

-yanî evîn te min herimand, qirêj kir (evîn ergatîvî nizane mixabin* )

- hii yanî li ser meriv çay dirjê wisa dibe?

-erê evîn eyn wisa

-serhad abê?

-çi bû evîn_

-ji min re xebroşk vedikî?

-evîn şarja min tune ye

-yaw tu jî sabahtan dibêjî şarja min tune ye haa

(hêrs bû çû lê dilê'm sot, çûm û min jê re vekir*



29.09.2014 00:35 | ferhenga şikestî