Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin] de;

7. bi xêr hatiye..

(gelo dema dikevî tirşikê çawa dikarî navê xwe binivîsî?)

neyse min eleqedar nake, de vêca em werin li ser meseleyê

nivîskarê nû yê tirşikê yê ku li me û wî haho ye haho, binpêkirin e em ê binpê bikin, me serê xwe yê kundir li dîwar û textan xistin, me go em çi bikin çi bikin, kîja xwelî li serê xwe bikin û bikaribin heqeretan bikin û da ku xelk û elemê li xwe hayîdar bikin? me dît ku di vê sedsala populîzmê de yekem û tekan amûra ku bikaribe vê zikreşî û bêbextiya me pêk bîne, tora civakî ye, lê me xwe di vir de û wê de bir û anîn, em pê hesiyan ku jixwe tora civakî têra xwe felişiye me go lo lo birano lê lê keçnê cihê me dê teng be û kes li me nehese, me go go baş e nexwe em ê lêvên gevez gez bikin, çavên xumarî vebikin û reçeteyeke din peyda bikin, bikin qêrîn û hawar bila xelk were hawara me, bêjin bêjin ku lo kurno lê keçnê evana komkujî ne, qirkirin in ma hûn çawa xwe radigirin? hi? welhasil di vir de û wir de em têgihîştin ku ferhengeke înteraktîf a tirkan heye û gelek jî bi nav û deng e, di nava tirkan de cihekî wê yî sereke û sexlem heye, me go go lo lo camêrno lê lê caniknê çiyê me ji wan segbavan kêm e? hi pismam?

a baş em vê malperê vekin û têra dilê xwe heqerat li ser heqeretan bibarînin.. çawa? te fikra me eciband?

jixwe here û were devên me yên hetikî di vî zemanî de bûne dost lê bes mixabin mixabin û gelek mixabin ku dilên me yên perritî bûne kafiroxlî kafir gidî gidyanoo!

ma tu yê çi bikî birako? ne bext maye ne jî text, hebe tune be qurteke azadî maye û ew jî di destên me yên qirêj de bûye pêlîstoka xapandinê..

neyse dirêj nekim cardî bi xêr hatî, misyoneke payebilind û giranbuha bo xwe hilbijartiye, heke mayînde be yê me ye heke na bireve jixwe qet û qet yê me nebûye. axirê zeman e û berbanga sor jî ne dûr e



20.12.2014 01:44 | ferhenga şikestî