Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara folklora kurdan] de;

18. camêr û canikên hêja yên vê kovarê xebateke pirr xweş kirine û wek pdf her çar hejmarên kovarê ji bo xelkê pêşkeş kirine..

ji bela ku belaş bû û zêde nedihat çapkirin, nedigihan destê her kesê/î lê niha her kes bi rehetî dikare hemî hejmarên kovarê bixwîne..

gelek jî xweşik kirine dema meriv rûpelan diqulibîne dengê kaxizê jê tê wek ku bi rastî jî bigirî destên xwe û pê de biçî...

heta aniha her sê hejmar jî ji hêla şaredariya bajarê mezin a amedê ji min re hatin şandin û gihîştin min.. nizanim êdî hejmarên dî bişînin an na*

Here lînkê



11.11.2015 19:47 ~19:54 | ferhenga şikestî

7. (bnr: dengbêjên herêma serhedê)



07.03.2015 15:23 | ferhenga şikestî

6. kovara ku beleş tê belavkirin, û ji ber beleşbûna xwe çapa yekem xelas bûye*

ji vir çend roj berê min gilî û gazincan kiribû ku negihîştiye stenbolê û lewma jî ez jê bêpar mame..

xwedê jê razî be hawara min gihîştibû hevalekê-ku ew bixwe jî nivîskara kovarê ye- û ew jî ji min re şand..

min dest bi xwendinê kir, bi rastî jî gelek kêfa min jê re hat. kovareke xweş e..

di her demsalê de careke dê derkeve..

têbinî: nivîskara me ya hêja gulan jî têde nivîskar e lewma teqez bixwînin*



28.02.2015 14:23 | ferhenga şikestî