Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kanalên kurdî] de;

1. ew kanal in ku bi zimanê kurdî weşanê dikin..

çendîn bi armanca ku bernameyên xwe bi zimanê kurdî bikin, saz bibin jî ji zimanên biyanî yên wek tirkî,erebî.. hwd jî weşanê dikin..

lê armanca min a vekirina mijarê ne ev bû, nizanim bala we jî kişand an na, lê bes vê taliyê gelek gelek zêde bûne hama bêje hejmara wan kanalan gihîştine sî'yê..

ez dema bo nobetê têm nexweşxenayê, televîzyonê vedikim û zapîng dikim ku nîvî listeya antênê kanalên kurdî ye

bi pirranî ji bo bazirganiyê vebûne, yan ji stranbêjên qeşmer, stranên qeşmer li ser weşanê ye yan dîmena govend û dîlanan li ser weşanê ye yan jî reklamên berredayî yên wek hingiv û telefonan..

nifşekî berredayî û tolaz û qeşmer ji van kanalan za bûne, jixwe stranbêjên vê taliyê jî bi tena serê xwe mijareke qerrase ye..

xwedê hîfza marivî ji wan bike, bi şeref dilê min ji wan xeliya..



15.01.2015 20:26 | ferhenga şikestî