1. girrek taybetmendiyên nivîskar û helbestkarên me yên hêja hene ku bi jimartinê naqedin bi şefer..
ji ber tirsa mirinê* ez ê nav nedim û ji serî bêî hûrgiliyê derbas bim û biteqizim..
-qurre ne; ji tecrubeyên xwe dizanim ku dema tu silava xwedê li wan dikî, tê bêjî qey te silav dayiye albert einsteinê rehmetî.. hama cihde pozên xwe bilind dikin, dema tu rexne dikî, tên dibêjin law dûrzî! tu kî yî min rexne dikî? min girrek nivîs û pirtûk hene belengaz! tê bêjî qey mafê axaftinê bi hesabê hejmara pirtûkan e, yanê bi pîvana wan qet heqê me yê şîroveyê nîn e..
ku pirtûkên we hebin, ê me jî entryên me yên tûj hene camêr*
-kurmanciya xwe gelek diecibînin, ji wan tirê kurmaciya esil û resen û heqîqî ya wan e, her yek ji wan wisa difikire, bi xwedê em hevudu nexapînin û bêbextî li xwe nekin, kurmanciya herkesî/ê kurmanciyeke felişandî û herimandî û wêranbûyî ye, ji lew em hemû kurê/keça dayîkeke bindest in..
-her yek ji wan xwe serketîtirîn nivîskarê kurd dihesibînin
- li qûna çîrokan zeliqîne, zarokên xelkê gihîştin heyvê lê em hê jî mîna ergenûsan çîrokan dixwînin. ez ne dijî çîrokê me lê emrê min jî emrê çîrokxwendinê nîn e qardaşim!
-di nava roman an jî çîrokên xwe de behsa tiştina bi wayekî felsefî dikin lê bes ji şablonê wêdetir ne tiştekî ye, honandinên xwe bi dîdaktîzmeke berredayî dikin, tê bêjî muhattabê/a wan zaroyên doyî ne, ango weka ku em xwendekarên pêşdibistanê bin û ew jî mamosteyên mê yên dibistanê
-minneta nivîskariya kurdî li me dikin. temam qebul, karê ku hûn dikin gelek zehmet e û helal be ji we re ku hûn dev ji zimanê serdestên xwe berdane lê ev minnet ji kû tê baba? em zikê hevudu têr nakin û ji çolan avê nayênin ji xwe re.. tu nivîskar î û karê te jî nivîsandine, ku ez nebim* peyv û kelamên te bi kêrî çi tê?
-gelek kedkar û ezîz in, dixebitin û dil dikin ku destên xwe bikin binê kevir û zinaran da ku ev zimanê me yê ji şîrê dayikan helaltir nekeve li ber bayê bişaftinê û wenda nebe. da ku xelk û elem nebêjin kurd bê merîfet in...
di nava nirxandinên min de dibe ku hin xelatiyên min hebin, em însan in û kêm in bila dilê xwe li min negrin û wek encam dikarim bêjim ku ez nivîskarekî xwe nadim sed nivîsakarên serketî ên cîhanê..
|