Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîş kirin û -mîş bûn] de;

6. di nava gel de bikaranîna vê forma xirakirî û dezenformabûyî gelek berbilavtir e..

sedema vê yekê ew e ku ziman bixwe li ser lêkeran ava dibe ango nav û cureyên dî yên zimên dikarin ji zimanên dî bên wergirtin di wê yekê de tu arîşe nîn e lê dema ku tu ji derve lêkerê bigirî û li gorî forma zimanê xwe çênekî, ziman xira dibe..

mesela degîşkirin heye, kurdiya wê guhertin e û erebiya wê jî bedilandin e

degişkirin bi awayekî xirakirî ketiye vî zimanî, lê bedilandin xera nebûye li gorî rê û rêzikên zimanê kurdî hatiye dariştin lewma di xebitandina vê lêkerê de tu problem nîn e..

çima bedilandin xera nebuye lê değiştirmek xira bûye?

lêkera bedilandinê xwudê zane çend sed sal berê ketibû kurdî, lê değiştirmek piştî avabûna vê komaraya bênamûs ket nava vî zimanî, û ji bela ku zimanê kurdî qedexe bû û ji jiyana kurdan derket, lêkera ha bi hemdê xwe na, bêhemdê xwe ji ber nezanînê kete van kurdî..

bingeha hevokê lêker in lewma kesên ku hay ji lêkerên kurdî nîn in, nikarin xweş bipeyivin û vê formê gelek bi kar tînin



04.05.2015 19:31 | ferhenga şikestî