Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelk ji xwe re dijî] de;

1. gotineke meşhûr a sedsala bîst û yekemîn e, hama bêje ji devê her kurdê ku jiyana xelkê dîtine, pekiyaye

yanê her kurdê ku dema derdikeve derveyî welêt (ji axa kurdistanê-na, aniha hin kes tirkiyeyê jî wek welat dihesibîne-) û jiyana mirovên din dibîne dibe şewata dilî û ji nişka ve vê gotinê bi lêv dike..

em kurd ji ber meseleyên civatî û gengeşiyên navxweyî û sorumluluqên ku me ji qûnê ji xwe re ferz kirin, heta aniha jiyaneke xweşik ava nekirin, dema em kêfxweş jî dibin problemên me û êşên me ji mejiyê me dernakevin lewma jî em nizanin bijîn, ji nekarînê bêtir 'nizanin'

vê sala dawiyê ez jî dema jiyana tirkan dibînim hama ji xwe'r dibêjim yabo xelk ji xwe re dijî haa..



08.07.2015 23:13 | ferhenga şikestî