Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qesîdeyek ji bo bîra te] de;

2. min evê helbestê jî derbasî kombersê kire..





ti zarokên min nema ku neketin wan bîran

bese li van deran ji yusivê kenan meke behs.



şivan kuştin bêrî belav bû, îşlikek bû çar perçe

rahêje çekên xwe û ji wan gur û wawîkan meke behs.



hemû gulan di biharan de xwe bi ser çiyayan re çilmisandin

rûnê û ji wan bilbilan re ji vê bêhnê meke behs.



leyla û mazlumên min hene çiya û welatan bilind dikin bi lîlîyên xwe

ji kerema xwe re ji che û jaenne d'arc an meke behs.



dengbêjên min jî hene li kendelan evdal in xanî û feqî ne

temam ji homeros, shakespeare û hafiz an meke behs.



ey yê ku bi devê çiya û bi ramûsanên deştên xwe nizane

huş be! ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs.



2015.11.09-16:04 | ferhenga şikestî

1. navê helbesta yehya omerî ye..

helbesteke gelek xweş e, li hemberê bişaftinê û mejiyê seqet yê ku ji ber bindestiyê peyda bûye, serîhildaneke peyvan e.

de kerem bikin bixwînin..

û ne şaş bim helbesta ha ji hêla erol şaybak ve hatiye gotin..





Here lînkê



2015.11.09-12:44 ~16:03]| ferhenga şikestî