1. navê pirtûka helbestan a metin kaygalak e.. (bnr: yüzümdeki kuyu)
şairê rehmetî yî dost çiyayî evê pirtûkê wergerandiye kurdî..
ristên pirr xweş hene têde..
ezê beşek jê parve bikim..
"...Kesî nedît. Kesî nedît rûyê min î ku diket bîrekê.
Di wê arezûya dawî de her kesî
ku milên xwe bi kulîlkên maran vedikirin û ji bîr dikirin
xwe di xwe de, di wê kelama dawî de.
Zimanê te ku hatibû şûştin di avên êşê de,
her tişt ku hatibû şewitandin, her tişt û dilê te.
Wextên, her tişt bi nefsekê çêdibû min ji bîr kiribûn,
her tişt ku bi xewne-korekê dest pê dikir û diqedîya
Her tişt...
Kes tênagihêjê
Ax, her tişt payîzek lê ye...
....
Dikarim li serî vegerim: li xulqîyetê.
Dikarim dev ji hemû xeyalên dinê berdim
Û ji tarîyan dikarim derxînim şopekê.
Min hemû dîwanên Xweda xwendin, ên ku bi evdên xwe dabû gotinê.
...kî huş bibe ez digirîm.
digirîm li ser her kesî û li xwe.
Di yek derîyî re
ku derbas bibim bes e, ji min re. Hew yek derî
Li kê vebe.
Ax, min dikurrisîne korê di nava min de...
...
Yek li min zîvirî û got:
Ji melekên Xweda hêvîya tu tiştî meke.
Ji melekên Xweda hêvîya tu tiştî meke.
Her kes vedigere,
ax, li tenêtîya xwe."
|