Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [malîno] de;

4. min çend car ji wan re got, madem êdî qanalek nîn e hûn beşên vê rêzefîlmê biweşînin nexwe hemî beşên wê li ser youtubê an jî li ser malpereke dî biweşînin, daku em jî karibin temaşe bikin.
min hew du beş jê temaşe kirin dûre tu derfet neket destê min, jixwe êdî ew qanal jî nîn e êdî.
kurd di vî warî de hê jî pir qels û bêxîret in, hê jî nizanin ji nîmetên internetê îstifade bikin. ancax sloganên boş û betal..



15.06.2017 14:32 ~14:33 | ferhenga şikestî

1. rêzefîlmeke kurdî ye ku li ser özgür gündem tv'yê de di roja şeşemê de di saet 21:00'an de her heftê tê weşandin..

îşev beşa wê ya ewil derket, gelek xweş bû, beriya ku temaşe bikim pêşdaraziyên min hebûn lê axirî ji hêviyên min wêdetir xweş û geş bû, qederekî şeş caran falan bi dengekî bilind keniyam..

Têde ji zankoyê hevala min a kevn nesîbe guneyl jî dilîze loma ji bo min bêtir girîng e.

ezê hîn agahiyên xwe yên nû ji hevala xwe bigirm û evê entryê edît bikim



10.11.2015 23:34 ~23:35 | ferhenga şikestî