Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berfa stenbolê ya 30ê berfanbarê] de;

4. berfa ku îro bariyaye..

beriya ku ez werim stenbolê, her sal heman nûçeya di derbarê barîna berfê ya li ser zemîna stenbolê, ez diqehirandim, min digot yav ev çi îş e gidî her sal tam evê wextê tim qala berfa stenbolê dikin? ma çi bûye pê? lê piştî ku hatim li stenbolê bi cîh bûm, min fêm kir ku bobelateke dera hanê ye, dema di vî bajarî de berf dibare jiyan dibe wek gûyekî kalekî emelbûyî! carina di sir û seqema şefeqê de di rawestgehê de 50 xulek li benda otobûsê dimînim, ji mirinê jî xirabtir e, rêya ku qederekî 5 deqeyan de xelas dibe, bi vê berfê dibe saetek, xirecirekê pêk tê, meriv hezar nehlet li jiyanê tîne..



30.12.2015 19:53 | ferhenga şikestî