Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dehl] de;

1. Meriv ji bo daristanên biçûk dikare bêje dehl..

Li gundê me jî dehleke kalê min hebû, em carinan diçûn û me av didan.

Dikarim bêjim nêzîkî 600 dar hebûn giş jî bê fêkî bûn, aniha navê wan daran nayê bîra min..

Li ser erdekî du donim pêk dihat.

Wextekî bênamûsekî -ku kurê kalê min e- gotibû ev dehla te nêzikî sîpana me ye (li derdora nêzîkî navçeya karazê ji erdê re ango zeviyê re sîpan tê gotin) û gotibû vê dehlê bifiroşe me, daku em tevlî erdê xwe bikin bo çandinê.. baş nayê bîra min lê kalê min ez ne şaş bim wan çaxan (2002) bi qasî 500 mîlyonî firotibû. Darên dehlê hatin birîn û zivistanê giş bi qasî deh sal bûn êzing.

Dema tê bîra min pirr diqehirim, ji bo çend qirûşan ewqas dar hatin birîn. Heyf



11.07.2016 14:33 ~14:36 | ferhenga şikestî