Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewaya amedê] de;

1. (bnr: mijarên populer ên ferhengên înteraktîf)
(bnr: peşbirka danaberhevdana hewaya bajaran)

amed bajarekî gelek xweş e, tevî polîtîkayên red, înkar, asîmîlasyon û tundiya 90 salan, dîsa jî ji bo jiyanê bajarê herî xweş ê bakurê kurdistanê ye.. lê hewaya vî bajarî qet xweş nîn e, min li amedê hê payîz û bihar nedîtin. hewa li payîzê di şevekê de sar dibe û li biharê di rojekê de jî germ dibe. bi tenê zivistan û havîn hene. zivistan gelek sar e û havîn jî gelek germ e.
baran herî zêde di demsala zivistanê de dibare, di salê de herî zêde sê-çar car berf dibare û bêtir sê-çar roj li ser erdê dimîne.
di derûdora amedê de behr an deryayak nîn e loma hewa gelek ziwa ye, hama bêje qet nêm tune ye lê wan salên dawiyê ji ber sazkirina bendavan li gora demên berê piçikeke dî nêm çêbûye. lê meriv qet nizane.



13.02.2017 11:09 | ferhenga şikestî