Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkeke herikbar e] de;

5. bi qasî ku li jor hatiye gotin ez tiştên wisa teknîk nizanim di wî warî de pirr qels im.. ji bo ku mariv bikaribe bêje ku 'ev pirtûk herikbar e' divê kirîter, pîvan û teknîk çawa be? ez nizanim lê belê gava ku min pirtûkeke girt destê xwe û min dest bi xwendinê kir divê jê eciz nebim û bêyî ecizî û bi meraq bikaribim bixwînim ji bo min pîvana sereke ev e. ha nizanim zimanê wê giran e yan sivik e, karekterên wê nakok in yan bi rêkûpêk hatine honandin, cih û war li gor bûyerê guncav û real in an na? hwd pîvanên wisa ne pirr li gorî fêmkirina min a herikbariyê ye êdî roman jî ne tenê tiştên xeyalî ne pirr panorama û bergehên cuda ketine di nava romanê û cureyên romanan êdî ne tenê edebî ye carinan mijareke zanîstî jî dibe mijara romanê niha mariv her çi qas li herikbariyê bigere jî di ravekirina wek tistên zanîstî û dîrokiyê de dibe ku herikbarî bifetise û ji edebîbûnê bêtir bêhna zanîstiyê jê were. carinan huner diterpile û rastî li cihê wê digire neyse ez çend mînak bidim mesela romanên mehmed uzun pirr herikbar in bi taybetî jî hawara dîcleyê û siya evînê. . gava ku min xwend min nedixwastin ku biqede.. jan dost ji aliyê teknîkê ve ji memet uzun ve baştir e lê çêj û tehma ku min ji memet uzun girtibû min ji jan dost negirt di hin cihan de ez eciz bûbûm..



22.01.2014 18:55 | ferhenga şikestî