Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [celal şengör] de;

1. jeologekî navdar î tirk e.
profesorekî gelek navdar e, nexasim tirkên mîlîtarîst, netewperest û kemalîst gelek hejê dikin.
heya êvarê behsa zanîstiyê, dadê, perwerdehiyê û mafê mirovan dike lê diçe pesna darbecîyan û cuntayê dide.
(bnr: gûxwarin ne îşkence ye)
bi rastî jî mirovekî gelek zana ye, hama bêje di hemî mijaran de zana û têgêhiştî ye, dîrok, jeolojî, cografya, leşkerî, zanîstî, fîzîk, hiquq hwd tê bêjî çi teqez bi qasê barê kerekî tiştinan xwendine û gelek maqale li ser nivîsandine. pirtûkxaneyekê ewÎ necamêrî heye ku tê gotin bi gelek zimanan ji sî hezar bêtir pirtûkên wî hene û hama bêje giş xwendine.
di qada nawnetewî de jî tê nasîn.
bi şeref hevalê leşkerî yê hz. nûh be jî di çavê min de ji mîlîtarîstekî qûnbigû wêdetir ne tiştekî dî ye.



27.11.2017 13:55 | ferhenga şikestî