Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarina nexweşxaneyan] de;

3. Di karmendiya dewletê de wa ketim sala şeşan. Ji bo karmendekî dewletê ji tiştên zehmet yek jê jî xwarina navrojê ye. Di saziyên mezin ên dewletê de xwarin ne Gengaz e ku baş be çimkî di hindek saziyan de du hezar kes dixebitin û ji bo du hezar kesan xwarin tê amadekirin. Ji ber wê yekê hemî xwarin berdîberdan tê çêkirin. Du sal li Stenbolê bûm, tirk nizanin xwarina çêkin yan ji tehma devê me cuda ye loma bi min xweş nayê xwarina wan. Du sal Hama bêje du an sê roj xwarin xweş bû. Wa çar sal in jî li Amedê me li vir jî di bijmêrî bîst sî roj xwarin xweş bû. Kengî min di nexweşxaneyê de xwarina xwe bixwara ji ber refluyê heta êvarî zikê min diêşiya loma du sal berê min got ez êdî naxwin. Ev tê du sal hene ku ez neçûne xwaringeha nexweşxaneyê. An diçim li derî çîyê ciger felan dixwim an jî diçin li malê dixwim.



24.11.2019 23:11 | ferhenga şikestî