Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şanzimana robotîze] de;

1. cureyeke şanzimana otomatik e.
di vê şanzimanê de pêlika debriyajê tune ye lê di pergala şanzimanê de heye, gava mêjiya şanzimanê pêdivî bi guhertina vitêzê bibîne li dewsa mirovan ew bixwe debrîyajê bi kar tîne û vitêzê diguherîne. di vê şanzimanê de hebkî seta debriyajê heye loma di guhertina vitêzan de meriv eciz dibe çimkî tu guherîna vitêzê hîs dikî. konfora wê tune ye lê ji ber ku hem hilberîna wê li gorî şanzimana bi du debriyaj erzan e hem jî temîra wê erzantir e tê tercîhkirin. lê ez bawer im hêdî hêdî hîn marqayên mezin vê şanzimanê bi kar nayênin.
marqayên wek toyota, cîtroen, opel, pejo û peugeot bi kar dianiya.

mesela carekî ez bi toyota corolla çûbûm enqerê hîç xweş nebû hemî guhertina vitêzan bi hemî laşê xwe min hîs dikir. toyota vê şanzimanê di erebeyên xwe yên dîzel de bi kar dianîya.



23.11.2019 14:55 | ferhenga şikestî