Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şanzimana cvt] de;

1. yanî bi îngîlîzi continuously vriable transmission em bi kurdî dikarin bêjin şanzimana guherbar a bêsînor
di vê şanzimanê de beravajiya şanzimanên dî çerxên vitêzan tune ye. ango vitêz bixwe tune ye
di vê şanzimanê de du heb qasnax hene, yek qasnaxa têketinê ya dî jî ya derketinê. bi rêya zencîr an jî qayişekê li hev girêdayî ne. tu bi çiqasî pêl li pêlika gazdanê bikî ew zencîr cihê qasnaxan diguherîne. ger dewra erebeyê bilind bikî erebe bi rêya cihguhertina qasnaxan leza xwe zêdetir dike.
bi temamî marqayên japonan vê şanzimanê bi kar tînin. çimkî hama bêje hîç xira nabe.
wek ku min li jor jî gotibû guhertina vitêzan tune ye loma konfora wê pirr baş e, erebe ji ber şanzimanê nahêje.
em dikarin bêjin konfora wê û sexlemiya wê du avantajên wê ne lê helbet dezavantajên wê jî hene. ya ewil ev şanziman performansa erebeyê dadixîne, ji ber ku dewr zêde dibe pirr benzîn xerç dike û di erebeyên dîzêl de nayê bi kar anîn. torqa erebeyên dîzêl zêde ye loma ew qayîşa qasnaxan nikare vê torqê rake.



23.11.2019 15:12 | ferhenga şikestî