Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [canan karatay] de;

1. profesoreke tirk e bi eslê xwe ji xarpêtî ye loma dibe ku zaza be lê pê ewle nîn im.
pispora kardîyolojî û dahîlîyeyê ye ango di her du beşan de jî doktoraya wê heye.
gelek medyatîk e çimkî di mehê de carekî teqez daxuyaniyeke zirecêb dide
li dijî arvan, xwê û nexasim şekirê têdikoşe. loma endustriya şekirê bûye neyarê wê.
ez bixwe doktor nîn im loma hîç nikarim gotinên wê rexne bikim an jî piştrast bikim lê carina pirr tewş xebara dide
wek mînak bêjim her dibêje perpûn li zarokên xwe nexin. halbukî world health organization dibêje teqez zarokên xwe bibin û perpûn li wan bixin
beriya perpûnan gelek nexweşî hebûn lê em dibînin ku ew hemî nexweşiyan êdî hêdî hêdî ji holê rabûne, ger hûn guh bidin wê dê dîsa wan nexweşiyên xirab li van erdan peyda bibin.
însanên me pirr hej jê dikin çimkî însanên me ji însanên populîst hez dikin. wek a navê xwe dizanim eger canan karatay bêje ku gûyê xwe bixwin şîfa ye, dê bi hezaran kes herin û gûyê xwe bixwin.



25.11.2019 18:53 | ferhenga şikestî